Tirkiyê ji ber vekirina nûnertiya Rêveberiya Rojava protesto da Swîsreyê!

.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi hinceta bi fermî vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Cenevê bang li Maslahatguzarê Bolyozxaneya Swîsre a Enqerê kir.

Wezaretê ragihand ku wan ji ber vekirina nûnertiya nemeşrû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girêdayî PKK/YPGê bangî mashalatguzarê Enqerê yê Swîsreyê kiriye û ew protesto kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku wan li ser vê mijarê ravekirinek ji welatê Swîsreyê xwestiye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandiye ku wan hewldan bi rayedarên Swîsreyê re li ser mijarê kirine û ji wan daxwaz kirine derhal dawîyê li destûrdana vekirina nûnertî û komeleyên girêdayî PKKê bînin.

Hêjayî gotinê ye, îro 10ê Tebaxê bi beşdarbûna nûnerên hikumeta Swîsre û yên Rêveberiya Xweser bi merasîmekê nûnertiya fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Cenevê yê Swîsereyê hat vekirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di vekirina nûnertiyê de got, “Ev pêngav ji bo pêşdeçûna têkiliyên di navbera me, hikumeta Swîsre û gelê wê de pêk hat. Dê ev nûnertî bibe pireyek di navbera me de.”

Bedran Çiya Kurd herwiha destnîşan kir ku Pêwîst e nûnertiyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê li her cihî hebe.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn