Tirkiye, Îran û Rûsyayê destûra Sûriyê gotûbêj kir

Tirkiye, Îran û Rûsya li ser wê yekê rêkevtine ku li gel nûnerê Netewên Yekgirtî yê ji bo karûbarên Sûriyê, bi awayekî hevaheng karên pêkanîna komîteya destûra Sûriyê pêşde bibin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, ku cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi armanca gotûbêjkirina mijara destûra nû ya Sûriyê, li Moskowê civiyane.

 

Di wê daxûyaniyê de hatiye, di çarçoveya biryarên ku li kongreya Soçî de hatine wergirtin, behsa destpêkirina karûbarên pêkanîna komîteya destûra Sûriyê hatiye kirin û Tirkiye, Rûsya û Îran li ser wê yekê rêkevtine ku li gel nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet ji bo krîza Sûriyê bicivin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku her sê welatan tekezî li ser wê yekê kirine, ku bi nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet ji bo krîza Sûriyê re hemaheng bin û lezê bidin karên pêkanîna komîteya destûra nû ya Sûriyê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin