Tirkiye: Hewildana derbeya cuntayeka leşkerî

Bi navê ‘Konseya Sulh a Welat’ di nav ordîya Tirkiyê de cûntayeka hewilda ku darbeyekê çêbike.

Di 15ê Tîrmeha 2016ê de bi navê ‘Konseya Sulh a Welat’ di nav ordîya Tirkiyê de cûntayeka hewilda ku darbeyekê çêbike. Li bajarên mezin yê Tirkiyê Anqerê û Stenbolê di nav darbekaran û dijî derbekaran de şerekî dijwar rû da; derbekar serokê Erkanî Herb û generalên giregir rehin stend; havîngeha serokkomarê Tirk Recep Tayyib Erdogan û Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê hat bombekirin û gulebarankirin, destdanîn li ser hin rojname û Televîzyonên şexsî bi satean weşana wan hat rawestandin û di TRT de beyana xwe belav kir.

Di beyanê de hat gotin ku; ”ew bi navê Erkanî Herb bi temamî dest danîne ser karînê. Û Serokkomar di nav gaflet delalet û xiyanetê de ye. Ji bo tesîskirin û temînkirina destûra bingehîn, demokrasî, maf û azadîyan û serdestîya huqûqê dest danîne ser îktîdarê. Û hemû peymanên navneteweyî û tehahutên muteber in û bi dewletên dinyayê re dê danûstendinê berdewam bin.”

Ev hewildana darbekeran çend saet ajot. Xelk li dijî wan derket kolanan, Meclisa Tirkiyeyê li dijî wan rawest û medya dengê xwe bilind kir; hin ji derbekaran hatin girtin, hin teslîm bûn hin jî revîyan çûn Yûnanistanê. Serokwezîrê Tirk Binali Yildirim têkildarî hewldana darbeya leşkerî diyar kir ku 161 kes mirine -wî wekî şahît bi nav kir- û da zanîn ku hezar û 440 kes birîndar bûne û fermandar jî di navde 2839 endamên artêşê hatine binçavkirin.

Serokomar û serokwezîr û wezîrên hukimeta AKPê vê hewildana cûntayê wek hewildaneka cemeta Gulenê ku di nav arteşa Tirkiyê de bi cî bûne bi nav kir. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin