Tirkiyê herêma ku dixwaze bi dest bixe diyar kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku divê ew herêm ji aliyê Tirkiyê ve were avakirin û kontrolkirin. Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, herêma tampon a ku wê Tirkiyê kontrol bike red dikin.

Tirkiyê li gorî xwe sînorên herêma ewle ‘tampon’ diyar kiriye ku di kûrahiya 30 kîlometran de 460 kîlometre sînorên Tirkiye-Sûriyê dihûndirîne nav xwe.

Li gor plana Tirkiyê dê herêma ewle bi kûrahiya 32 km û dirêjahiya 460 km be û ji gundê Sirîn ê başûrê rojavayê Kobanê dest pê dike û heta bajarê Qamişloyê dirêj dibe.

Herwiha di plana Tirkiyê de, bajarokên wekî Sirîn, Kobanê, Girê Spî, Serê Kaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Til Koçer û Dêriyê di nav herêma ewle de cî digirin.

Tirkiye naxwaze di herêma ewle de hêzên YPG/HSDê hebin. Herwiha rêveberiya Rojavayê Kurdistanê jî plana avakirina herêma ji aliyê Tirkiyê ve red dike û dixwaze ew herêm ji aliyê hevpeymaniyê û Amerîkayê ve were avakirin û kontrolkirin.

Rayedarê Rêvebiriya Xweser Bedran Çiya Kurd ji ajansa Associated Press re ragihand ku fikra ku ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve hat rojevê qebûl nakin lewre ev fikr tê wateya dagirkirineke bi şêweyeke cûda ji aliyê Tirkiyê ve. 

Kurd got rêvebiriya xweser vê yekê red dike lewre ev plan li dijî van herêmnên destnîşankirî gef û êrîşên nû di xwe de dihundirîne. Kurd herwiha diyar kir rêvebiriya xweser tenê dikare herêmeke ewle ya ku ji aliyê hevpeymanê di bin pişkinîna Neteweyên Yekgirtî de avakirî qebûl bike û hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê dikare bibe alternatîfa NYê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin