Tirkîye: Hejmara Pêketinên Korona Jinûve Bilind Dibe

.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Tirkîye careke din bi zêdebûna pêketinên vîrusa korona re rûbirû maye.

Reutersê ragihand ku do Sêşemê li Tirkîyê bi qasî 25,000 kes bi vîrusa korona ketine ku ew hejmara herî bilind ya sê mehên dawî ye.

Vîrusa korona do Sêşemê li Tirkîyê 126 kes kuştine ku ew jî li wî welatî ji 1’ê Hezîranê vir ve hejmara herî bilind e.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca bang li welatîyan kir ku dijî vîrusa korona vaksînan li xwe bidin.

Koca da zanîn ku ger welatî vaksînan li xwe bidin ewê bo têkbirina vîrusê gavek were were avêtin.

Li Tirkîyê ji sê paran du par welatîyên giheştî bi kêmî ve dozeke vaksîna vîrusa korona li xwe dane û pirtir ji nîvê giheştîyan du doz yan zêdetirê wê li xwe dane.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye