Tirkiyê gundên sînorê Sîdekanê topbaran kir!

Firokeyên şer ên Tirkiyê hinek deverên ser bi bajarokê Sîdekanê ve bombebaran kir.

Rêveberê Nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê îro gundê Xelîfan, Sîran, Şekan û Çiyayê Dêlê saet 09.00ê bombebaran kirin. Bi gotina Îhsan Çelebî bombebaranê derdora 45 xulekan berdewam kir.

Îhsan Çelebî da zanîn ku di encama bomberanê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Çelebî herwiha diyar kir ku gerîlayên PKKê îro Sêşemê (14.11.2018) derdora saet 08.30ê baregeheke leşkerî ya leşkerên Tirkiyê li wê herêmê kirine armanca xwe û bombebarana artêşa Tirkiyê piştî vê êrişa gerîyaên PKKê hate encamdan.

Berî niha jî Îhsan Çelebî behsa wê yekê jî kirîbû ku bombebarana firokeyên Tirkiyê tirs xistiye dilê şêniyên gundên sînor, ji ber ku gelek caran sînorê Sîdekan tê bombebarankirin.

Çelebî dibêje ku ji Kanûna 2017an ve ti binke û baregehên PKKê yên li sînorê Sîdekan nemane, tenê weke mefreze têne vê deverê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin