Tirkiye: Êrîşa nijadperesetî li dijî otobusa Diyarbekirê

Hat ragahandin gelek caran li heman cîyî li hember otobusên Dîyarbekirê heman bûyer qewimîne û polês tedaxul nekirîne.

Otobusa  şîrketeka Diyarbekirê ku plakaya wê 34 DOK  77 e û di navbera Diyarbekirê û Izmîrê de sefer dike li bajarê Uşakê yê Tirkiyeyê tûjî êrşîşeka dijwar a nijadperestî bûye; bi kevir û daran camê wê hatine şikandine, tirs û panîk bi rêwîyan girtîye. Yên bi kevir û daran êrîşê otobosê kirine rewîyane.

Hat ragahandin gelek caran li heman cîyî li hember otobusên Dîyarbekirê heman bûyer qewimîne û polês tedaxul nekirîne.

Berîya du salan jî neteweperestên Tirk li jabarên Tirkiyê êrişê kurdan kiribûn; dikan û avayîyên aîden kurdan şewitandibûn û otobusên fîrmayîn bajarên Kurdistanê li bajarên Tirkiyeyê hatibûn kevirbarankirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin