Tirkiye: Em dikarin bi Ermenistanê re rûpeleke nû vekin

.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand; Eger Ermenistan pabendî agirbestê bibe, Tirkiye dikare ligel Ermenistanê peywendiyên xwe asayî bike.
  
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut ÇavuşogluWezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut ÇavuşogluAzerbaycan Ermenistan Tirkiye 
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand; Eger Ermenistan pabendî agirbestê bibe, Tirkiye dikare ligel Ermenistanê peywendiyên xwe asayî bike.

Mevlut Çavuşoglu duh beşdarî 15emîn Akademiya Ewlehiyê bû, ku ji aliyê Konseya Peywendiyên Navdewletî ve hat lidarxistin.

Çavuşoglu di axaftina xwe de behsa devera Qerebaxê kir û got: “Di pirsgirêka Qerebaxa Jorîn de, em dikarin bi hemahengiya Azerbaycanê, ligel Ermenistanê rûpeleke nû vekin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu herwiha eşkere kir: “Eger Ermenistan pabendî agirbestê bibe, di heman demê de rêz li yekparçebûna axa Azerbaycanê bigre û agirbest mayînde bibe, em dikarin di mijara asayîkirina peywendiyan de him weke Azerbaycan-Ermenistan û him jî weke Tirkiye-Ermenistan, pêngavên pêwîst biavêjin. Di vê pêvajoyê de herî zêde jî xelkê Ermenistanê dê sûd werbigre.”

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye