Tirkiye dorpêça li ser firîngeha Silêmaniyê dirêj kir

Hikûmeta Tirkiyê biryareke nû derbarê destpêkirina geştên wê ji bo firîngeha Silêmaniyê derxist û li gorî wê biryarê, dorpêça li ser wê firîngehê, ji bo sê mehên din, ji aliyê Tirkiyê ve hat dirêjkirin.

Di daxuyaniyekê de, rêvebirê firîngeha Silêmaniyê  Tahir Ebdella ragihand, ku ji îro ve, heya sê mehên din, Tirkiye dorpêça xwe li ser firîngeha navdewletî ya Silêmaniyê dirêj kiriye û Bexda ti pêngavek ji bo destpêkirina geştên ezmanî ji bo firîngeha Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve, ne avêtiye.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, geştên ezmanî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin rawestandin, lê Tirkiyê bi bihaneya ku hin partî li bajarê Silêmaniyê alîkariya "terorîstan" dikin, red dike ku dorpêçê li ser firîngeha Silêmaniyê bidawî bîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin