Tirkiye dixwaze 40 firokeyên F-16 ji Amerîka bikire

Tirkiye dixwaze 40 firokeyên F-16 ji Amerîka bikire

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî têkçûna proseya kirîna firokeyên F-35, Tirkiye daxwaza kirîna 40 firokeyên F-16 û alavên pêşxistina 80 firokeyên din ji Amerîka dike.

Li gor ajansa “Reuters”, piştî têkçûna proseya kirîna firokeyên F-35, Tirkiye dixwaze hêza xwe ya asmanî nûjen bike.

Diyar kir jî, nirxê kirîna wan firokeyên F-16 ku bi milyaran dolar e, hîn li benda erêkirina Wezareta Derve ya Amerîka û Kongerssê ye.

Enqere hewl dabû ku 100 firokeyên F-35 bikire, lê Amerîka ev daxwaz red kir piştî ku Enqerê sîstema berevaniya mûşekî ya Rûsî S-400 kirî.

Tirkiye û Washington di gelek mijaran de, wek mijara kirîna sîstema S-400, siyaseta li ser Sûriyê, nakok in. Enqere dibêje ew hêvî dike, pêwendiyên xwe bi rêveberiya Serok Joe Biden re baştir bike.

Wezareta Derve ya Amerîka red kir ti daxuyaniyekî li ser vê peymana bi Tirkiyê re bide û got: Siyaseta wê ne ew e firotinên berevaniyê piştrast an red bike, berî ku Kongress bi fermî agahdar bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di dawiya meha borî de ragihandibû, “Eger Amerîkiyan sîstemên Patriot firotibana Tirkiyê, Tirkiye neçar nedibû S-400 ji Rûsyayê bikire.”

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe