Tirkiye: Divê rejîma Sûriyê nekeve Minbicê

Berdevkê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy derbarê Sûriyê de daxuyaniyek belav kir. Aksoy ragihand ku Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu 6ê Sibatê dê serdana Amerîkayê bike.

Di daxuyaniya Aksoy de li ser biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê hat gotin, “Divê proseya vekişînê xizmeta YPGê neke û li herêmê rewşên çêbû û çû pêk neyê. Dê hevdîtinên bi meqamên siyasî û leşkerî re (amerîka) berdewam bikin.”

 
Aksoy li ser êrîşa Minbicê ku leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin jî got, “Bi vê êrîşê re pêwîstiya paqijkirina rêxistinên terorê ji herêmê, careke din derketiye holê.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, divê destûr neyê dayîn ku rejîma Sûriyê bikeve Minbicê û li ser ‘rêkeftina Soçî ya Idlibê bi Rûsyayê re’ jî hat gotin ku ew dê destûrê nedin bi provokasyonan rêkeftina Idbilê were bêbandorkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin