Tirkiye di rêza binpêkirina mafan de bû duyem

Di rapora Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de, Tirkiye di binpêkirina mafan de di rêza duyem de ye.


Di rapora Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de, Tirkiye di binpêkirina mafan de di rêza duyem de ye.


Hat ragihandin ku di sala 2016an de DMMEyê li ser mafê azadiya derbirinê 7 biryarên binpêkirinê dane û di sala 2018an de jî ev hejmar gihîştiye 40 biryarên dadgehê yên binpêkirina mafên azadiya derbirinê.


Li gorî nûçeya pêyamnêrê rojnameya Birgunê Îsmaîl Ari hejmara dosyayên li ser destê DMMEyê di rêza yekem de bi 11 hezar 750 serlêdanan Rûsya ye û di rêza duyem de jî bi 7 hezar û 100 dosyeyên serlêdanê Tirkiye heye.
Di rapora DMMEyê de tê diyarkirin ku li gorî sala borî, binpêkirina mafan ji aliyê dadgehên Tirkiyê ve ji sedî 50 zêde bûye.


Herwiha dîsa di heman raporê de tê destnîşankirin ku ji sala 1959an a damezirandina Dadgeha Mafên Mirovan heta 2019an, herî zêde biryarên binpêkirina mafan bo Tirkiyê hatine dayîn ku hejmara wan jî 3 hezar û 128 doz in. Piştî Tirkiyê jî di binpêkirina mafan de Rûsya û Îtalya tên.

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin