Tirkîye, di azadîya çapemenîyê da di rêza 157emîn da ye!

Li gorî rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Tirkîye di listeya azadiya çapemeniyê da di rêza 157emîn da ye.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ku navenda wê li Parisê ye endeksa azadîya çapemeniyê ya cihanê bo 2019an eşkere kir.

Tirkîye di lîsteya îsal da di rêza 157emîn da ye. Tirkîye sala par jî di nava 180 welatî de di rêza 157emîn da cih girtibû.

RSFyê, dîyar kir ku li Tirkiyê gruba herî mezin a medyayê ji aliyê holdingeke aligirê hikûmetê va hatiye kirin. Rêxistina navneteweyî her wiha bibîr xist ku li Tirkîyeyê niha tenê çend weşanên rexnekar hene û li ser wan ji pêkutiyên dewletê didomin.

Di raportê da hate dîyarkirin ku li cihanê welatê ku herî zêde rojnamevan xistîye girtigehê jî, Tirkiye ye.

Dîsa hate gotin ku hiştina li girtîgehan zêdetirî salekê, bûye rêbazeke nû ûpiştre biryara dadgehê tê dayîn.

Raportê bale kişand ser darizandinên bo parvekirinên sosyal medyayê ji û destnişan kir ku gelek kes ji ber ecibandinên sosyal medyayê hatine hepskirin.

Li alîyê din, welatên sereke yên di lîsteye da cih girtin îsal jî neguherîn.

Swîsre, Finlandîya û Swêd, di 3 rezên ewil de cih girtin.

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin