Tirkiye deriyekî sînorî bi Efrînê re vedike

Hate ragihandin ku hikûmeta Tirkiyê biryar daye deriyekî sînorî di navbera Tirkiye û Efrînê de veke.

Ajansa Anadoluyê (AA) îdia kir hikûmeta Tirkiyê biryar daye deriyekî sînorî di navbera parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de veke.

Li gorî nûçeyê, ew derî dê li gundê Hemam yê ser bi devera Qumlu li devera Hatayê bê vekirin. Ew gund 10 kîlometran ji bajarokê Cindirêsê yê Efrînê dûr e.

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê, armanca vekirina wî deriyê sînorî, asankirina gihandina alîkariyên mirovî û avakirina deverê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin