Fatih Donmez ji televizyoneke Tirkiyê re diyar kir, Enqere salane nêzîkî 9.5 milyar M3 ji gaza sirûştî ji Îranê dikire û tekez kir, pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera Tirkiye û Îranê de ne derveyî yasayê ne.
Donmez bi kûrbûna pêwendiyên bazirganiyê ya di navbera her du welatan de amaje kir û got, rêkeftina hawirdekirina gaza sirûştî ya bi Îranê re ta sala 2026an e û dê berdewam be.