Tirkiyê çêkirina 43 km dîwarê ser sînorên Bakur-Rojhilat temam kir

.

Hat ragihandin ku Tirkiye xebatên avakirina zêdetirî 500 kîlometre dîwarê ser sînorê Bakur Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike.

Tirkiye li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê di çarçoveya lêkirina dîwarê ser sînorê Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de, 43 kîlometre dîwarê ji betonê temam kir.

Dîwar bi blokên ku her yek ji 7 ton giranî, 3 metre bilindî û 2 metre û 80 santîm pehnayî pêk tên hatiye çêkirin.

Herwiha di dirêjahiya dîwarê ku bi hincetên ewlehiyê hatiye çêkirin, xendek jî hatine kolandin û gerên leşkerî jî hatine zêdekirin.

Tirkiyê di sala 2017an de li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê Îdir, Agirî, Wan û Colemergê dest bi lêkirina dîwaran kiribû û beriya niha, li parêzgeha Agiriyê dîwarê 81 kîlometreyî hatibû temamkirin û li Wanê jî xebatên çêkirina dîwar berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye