Tirkiye cara yekem sîstema mûşekî ya Rûsî S-400 diceribîne

Cara yekem Tirkiye îro li bajarê Sînopê yê li beravên Deryaya Reş, sîstema mûşekî ya Rûsî S-400 a berevaniya esmanî diceribîne.

Li gor agahiyên Reutersê, ceribandina sîstema mûşekî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve dê bo 6 saetan dom bike û wê hişyariya sîstemê li hember balafirên cengî yên biyanî û herwiha ji bo betalkirin û têkbirina mûşekan bên ceribandin.

Tirkiyê ji bo destpêkirina ceribandina sîstema mûşekî ya S-400, li sînorê parêzgeha Sînopê û li beravên Deryaya Reş, NAVTEX ragihand. Ev agahdarkirin û ragihandina NAVTEXê ji bo Înê û Şemiyê 16 û 17ê vê mehê hatiye diyarkirin û Tirkiyê welatên navçeyê agahdar kirin, ku nêzîk beravên Sînopê, ji ber ku li vê derê tevgerên serbazî hene.

Tirkiyê di sala 2017an de girêbestek bi buhayê ji 2.5 milyar dolaran zêdetir bo kirîna sîstema mûşekî ya S-400 bi Rûsyayê re îmze kiribû. Lê biryar e îro yekemîn ceribandin li ser vê sîstema mûşekî ya Rûsî li nav axa Tirkiyê destpê bike.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin