Tirkîyê bombebarana Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Artêşa Tirkîyê piştî ku şeva bihorî bo çend demjimêran bombebaran û topbarana bajarên Rojavayê Kurdistanê rawestand, îro serê sibê careke din êrîşên xwe da destpêkirin û bajarê Serê Kanîyê di bin êrîşeke dijwar a artêşa Tirkîyê de ye.

Rûdaw

Li gorî agahiyan, îro sere sibê artêşa Tirkîyê dest bi bombebarana Girê Spî, Serê Kanîyê û navenda bajarê Kobanî û çend gundên ser sînor kir.

Peyamnêra Rûdawê, Vîviyan Fetah ragihand, gulleyekê tope li navenda bajarê Kobanîyê ketîye , lê belê ti zirarên canî lê çênebûye û tenê zirarên maddî gihîştine deverê.

Peyamnêra Rûdawê herwiha diyar kir, rewşa Kobanî heta radeyekê ji navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê aramtir e.

Bi gotina Vîviya Fetah, Serê Kanîyê bi dijwarî tê topbaran û bombebarankirin.

Her ji destpêka operasyonê ve, artêşa Tirkîyê bi dijwarî êrîşî navçeya di navbera Girê Spî û Serê Kanîyê de dike.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir