Tirkiye: Binpêkirina Mafê Mirovî de "sala herî reş”

Navenda Giştî ya Mafên Mirovan a Tirkiyê (ÎHD) rapora xwe ya binpêkirinên mafan a 2016an eşkere kir. 1669 kesan jiyana xwe ji dest dane

Navenda Giştî ya Mafên Mirovan a Tirkiyê (ÎHD) rapora xwe ya binpêkirinên mafan a 2016an eşkere kir. 1669 kesan jiyana xwe ji dest dane

Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn, Hevserokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê ÎHDê Hasan Anlar, endamên MYKê Husnu Ondul, Îsmaîl boyraz, Adnan Vural û Sevîm Salîhoglu beşdar bûn. 

Navenda Giştî ya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora binpêkirinan mafan a 2016an "sala herî reş" bi nav kir û hat gotin ku piraniya sala 2016an bi qedexeyên derketina kolanan, 549 înfazên bêredaraz, di şer de 629 jê leşker, polîs û cerdevan, 1003 endamên Rêxistinê û 39 sivîl bi temamî 1669 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Turkdogan rapora sala 2016 sala "herî reş" binav kir û wiha got: "Sala 2016'an ji 1999'an heta niha sala herî reş e."

Turkdogan mirinên li jêrzemînên Cizîrê bi bîr xist û diyar kir ku ev mirin di rojeva Neteweyên Yekbûyî de ye. Turkdogan diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina van mirinan NY, Yekîtiya ewropayê, Konseya Ewropayê tedbîr negirtine û ev nêzîkatiya rojava cesaret daye îktîdara siyasî ya Tirkiyeyê. 

Endamê MYKê yê ÎHDê Husnu Ondul jî got ku 2016 di dîroka Komara Tirkiyeyê de li gelek noqteyan bi rekoran ve tijî ye, niha 210 hezar girtî hene ev rekor e, 13 parlamenter girtî ne ev rekor e, 926 girtiyên nexweş rekor e, di dîroka komarê de ev nehatine dîtin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin