Tirkîye bi Hejmara Pêketinên Vîrusa Korona Rekorê Dişkîne

.

Tirkîye di rojên dawî de bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona rekorê dişkîne.

Li gor agahîyên ku Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê dane roja Yekşemê jiber vîrusa korona 185 kesan jîyanên xwe ji dest dane ku ew ji rêjeya meha Nîsanê, ku vîrusê wê demê bandora xwe nîşan dabû, 45 ji sedê zêde ye.

Ji meha Adarê vir ve li Tirkîyê 13,558 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Tirkîye bi hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona li dû Amerîka, Hîndistan û Brezîlya tê.

Di 24 saetên dawî de li Tirkîyê pirtir ji 29 hezar kes bi vîrusa korona ketine û ew hejmar roja Şemîyê jî 30,103 bû.
Doktor û rikeberî bang li desthilatê dikin ku tedbîrên tundtir ragihînin.

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku hemî welatî berpirsên tedbîran in û da zanîn ku berpirsîya ser karmendên saxlemîyê giran bûye.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin