Tirkiyê bi giranî derdora gundê Kêste bombebaran kir

.

 Artêşa Tirkiyê bi giranî derdora gundê Kêste li nahiyeya Kanî Masê ya ser bi qeza Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ve bombebaran kir.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, şeva bihorî balafirên Tirkiyê bi giranî derdora gundê Kêste û nêzîkî Zinara Kêste bombebaran kirin.

Welatiyekî gundê Kêste bi navê Wehîd Kêsteyî ji Rûdawê re ragihand, “Tirkiyê bi giranî derdora gundê me bombebaran kir û cihê hatî bombebarankirin tenê 500 metran dûrî gund e.”

Wehîd Kêsteyî got, “ji ber bombebaranê tirs û dilgiranî li cem xelkê gund û bi taybetî zarokan çêbûye.”

Rêveberê Nahiya Kanî Masê, Serbest Sebrî jî ji Rûdawê re ragihand: “Helîkopteran bo dema 30 xulekan bi giranî gundê Kêste bombebaran kirin.”

Zêdeyî10 rojan e ku Tirkiyê operasyonek li navçeyên Zinarê Kêste, gundên Hirur û Kêste û Ava Şîn û Zapê destpê kiriye, heya niha Tirkiyê leşkerên xwe li 5 xalên stratejîk bicih kirine.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin