Tirkiyê beşeke diwarê sînorî yê li gel Rojava rakir

.

Li Tirbespiyê artêşa Tirkiyê beşek ji dîwarê sînor yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de rakiriye û vê yekê jî di nava xelkê de tirsekî mezin çêkiriye.

Ew dîwarê sînorî, di dema çend salên derbasbûyî de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibû danîn, lê niha beşek ji wî dîwarî li beramberî bajarê Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê rakiriye.

Heya niha bi awayekî fermî ti aliyekê zengilê metirsiya êrîşên artêşa Tirkiyê lêneda ye, lê rakirina wan dîwaran panîkeke mezin di nava xelkê navçeyê de belav kiriye.

Beşek ji xelkê gundê Til Cîhan ê Tirbespiyê jî malên xwe derketine. Welatiyekî xelkê wî gundî ji Rûdawê re ragihand ku demek beriya niha jî hêzên Tirkiyê du-sê caran ew dîwar rakirine, lê hêzên Rûsî xwe zû gihandinê û dubare ew dîwar danîne, lê vê carê ti hêzekî Rûsî jî serdana wî gundî û dîwarê li ser sînor nekiriye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin