Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê

Mahmûd Kilinc

Serokkomarê Tirkîyê gellek caran gotiye, taybetî demên ku xwebawerîya wî bilind e û girseyê ku bi dirûşman pesna wî dide û jêra tezahur û nimayîş dike, dibêje; “Em dikanin şevekê ji nişka va werin.”

Ev ristek helbestekê ye û evîndarekî bangê evîna xwe kiriye, bawer dikim dema ev riste nivisî nehizirî ku rojekê serokkomarê Tirkîyê, li dijî Kurdan dê wekî gefekê bi kar bîne.

Serokkomar li dijî başûrê Kurdistanê piştê rapirsînê ev gef xwar, heta çend tankên xwe jî şandin ber deriyê Xelîl Brahîm û di nava zeviyên hinek belengazan da toz û dûman li pêy xwe bilind dikirin û kameremanan jî rûmalên xwe dişandin navendin telewîzyonan û wana jî bi kelecanekê wekî nûçeyek lezginî diweşandin.

Gellek kesan dipirsî, “gelo şer dê kengê dest pê bike?” ji ber ku rûmal kirin û weşandina nûçeyê dibû sedema endîşeyek fireh.

Dema serokkomar gefa “….şevekê hatina ji nişka va…” dixwar, qesta wî başûrê Kurdistanê bû, ji ber ku rayagiştîya Tirk baş hatiye manîplekirin taybetî di barê Kirkûkê da, lê berê fedayîyên xwe û paşê hinek yekinî û tankên xwe da bajarê nizikî Entaqyayê, ango İdlibê.

Bi ya nûçeya Reutersê, peya û yekiniyên Tirkîyê bi eskorta Ahrar ul Şam (kolek ji El Nusrayê, ango el Kaîdeya Suriyê) ketine herêma Îdlibê, jixwe bi ketina Tirrkîyê şer derneket, ev balkêş e.

Bi dengekî bilind gef hebûn lê dihat zanîn ku ew dê nikanibe li dijî başûrê Kurdistanê dest bi êrişek eskerî bike, piştê operasyona İdlibê manora ber deriyê Xelîl Brahîm jî di rojevê da derket, êdî kes rûmalên tankên ku toz û dûman li dû xwe radikin û silueta ala Îraqê nabîne.

Li dijî başûrê Kurdistanê, taybetî bi sedema rapirsînê êrişek eskerî dê nabe, îro cîhanek weha nema heye, sih çil sal berê dibe lê îro nabe, ji ber ku mezinê mezinan li herêmê ne, her yekî ji wana amarên çûda hene, ti ajandayên wana jî bi yên Tirkîyê va lihevnayên.

Weha dixuye k u di fêla Tirkîyê da hesabê dorpêça Efrînê heye, ji ber ku bajar û herêma İdlibê bikeve destê wê Efrîn bi sê hêlan va têt dorpêç kirin, bê guman ev bi mercê ku Rusya destûrê bide dê bibe.

Tirkîye, Efrînê li ber mebestê xwe wekî kelemekê dibîne, bi ya wê dagiriya Efrînê bendekê dike ber amancê Bizava Neteweyîya Kurdistanê, ku qaşo,  “ew dixwaze xwe bigihîne Deryayê Navend (Deryayê Spî), bi hevkarî û yekitîya Başûr Û Rojava derîyek vedibe bona Kurdistanê divê bêt asteng kirin.” 

Ew jî dizanin ku di şert û mercên roja îro da ev amancekî gellekî dûr e, lê bona manîplasyona rayagiştî, dûrxistina rayagiştî ji pirs û kêşeyên hundir e, daku ev amancekî sereke ya desthilatê ye.

Jixwe, ketina İdlibê jî bi destûra Rusyayê ye, peywendiyên Tirkîyê û Şamê Rusya dabîn dike, bawer dikim Rusya di vî karê xwe da gellek serketiye.

Rusya li hêlekê li İdlibê peywira polîsiyê dide ser milê Tirkîyê, li hêla din da li dijî Dewletên Yekbûyî Amerîka û NATOyê bi kar tîne.

Hevkarî û peywendiyên bi Rusyayê va Tirkîyeyê, gav bi gav ji Cîhana Rojava dûr dixe, ji Rêxistina Peymana Atlantika Bakur ( Nort Atlantic Treaty Organization NATO) yê, ji Konseya Ewrupa, ji Yekitîya Ewrupa û saziyên din va.

Tirkîye her roj bihustek din dikeve nava lîtava (avzêm, bataklık) Rojhelata Navîn, ji nirxên Cîhana Rojava dûr dikeve û berê xwe dide marjînalîzma Rojhelat, ango Awrasya.

Rûdawa dawî jî tedbîra DYA bona vîze bû, DYA jexin serdanên koçberan deriyê serdana hemû vîzeyan girt, bi ya vê tedbîrê êdî serdanên dîplomatîk jî dê nebin.

Wekî min got, ev encamek e, sedemên vê encamê hene û bi salan e ev sedeman liser hev kom dibin, wekî gogeka berfê her sereberjêr tot dibe bêhtir mezin dibe, peywendiyên di navbera Tirkîyê û DYA jî demajoyek weha dajo.

Rojekê kesek ji serokwezîrî berê Suleyman Demirel ra dibêje, ku “Tirk neteweyek mezin e, ji lewra şanzde dewlet damezrandine”, ev bersivê dide, “wate me panzde dewlet jî xera kirine.”

Di cîhana îro da ti dewlet nikanin her çi dixwazin weha bikin, çanda siyasî, rêgez, zagon û kevneşopîyên navneteweyî hene, herweha ewlehîya navneteweyî pirsek hevpar e, dema dewletek li dijî ewlehîya navneteweyî bikeve nav reftarekê, ewlehîya dewletên din jî dikeve nav xeterê.

Di siyaset û peywendiyên navneteweyî da ev xeta sor e.

09.10.2017/Dusseldorf