Tirkiye, amadehiya şerî bo Efrînê dike!

Hate ragihandin Artêşa Tirkiyeyê bo êrîşî Efrînê bike di sê xalan de blokên betonî rakirine. Ev yek jî piştî xwevekêşanna Rûsyayê, bo planên êrîşî Efrînê hate şîrovekirin.

Hate ragihandin ku Artêşa Tirkiyê blokên beton ku li ser sînor ava kiribûn, niha di çarçoveya amadekariyên êrişeke li ser bajarê Efrînê radike. Tê gotin ku li 10 xalan ev blokên beton ji bo derbasbûna hêzên Artêşa Tirkiyê hatine rakirin.

Tirkiye hewl dide ku ji aliyê Mertala Firatê, sînorê Tirkiyê û Idlîbê ve bi alîkariya çekdarên opozîsyon Sûriyê dorpêç bike.

Herwiha li hemberî van amadekariyên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, Hêzên YPG û HSDê jî amadekariyên xwe dikin û çekên giran li ser sînor bicih dikin.

Piştî ku Rûsyayê biryara vekişandina leşkerên xwe dan, dihat gotin ku Tirkiye wê êrişî herêmên Kurdî bike.

Her wiha Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen, hewla êrîşa li Efrînê wek 'duyemîn 15ê Temûzê' şîrove kiribû gotibû 'hêzên xwe dixwazin mekanîzmayên cûntayê dîsa bixine merîtiyê, Tirkiyeyê dixine Efrînê."  

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin