Tirkiye: 49 hezar 321 karmendên dewletê ji kar hatin dûrxistin

li wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê hejmara mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin 36 hezar 200 kes in

Piştî hewildana derbaya neserketî li wezaret û daîreyên dewletê de bi hezaran kes ji karên xwe hatin derxistin. Li Serokwezîrtîya Tirkiyê (257), li wezareta karêbarê hundir (8 hezar 777), wezareta perwerde (36 hezar 200 mamoste), li MÎTê (100) , li daîreya dîyanetê(492), li wezareta malîyê(1500) li hin dezgeyên din bi tevayî 49 hezar 321 kes ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Li gor rojnameya Hurrîyetê 21 hezar mamosteyên taybet ku di wezareta perwerdeya Tirkiyê de kar dikirin lîsansa wan hatîye îptalkirin.  Ango tenê li wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê hejmara mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin 36 hezar 200 kes in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin