Tirkiye- 273 kesên din bi Koronayê mirine

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 saetên dawîn de 59 hezar û 187 pêketiyên nû yên Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 273 kes jî bi Koronayê mirine.

 Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên dawî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 306 hezar û 563 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 59 hezar û 187 ji wan pozîtîv bûye û 273 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê koça dawî kirine. Herwiha 52 hezar û 104 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Herwiha heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 962 hezar û 760 kes bi Koronayê ketine û 34 hezar û 455 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha heta niha 3 milyon û 424 hezar û 733 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin