Tirkiyê 259 muxtar ji kar dûr xistin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 259 muxtar bi tohmet û hincetên cuda ji kar hatin dûrxistin.

Hat ragihandin ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi tohmeta peywendiya wan ligel rêxistina "terorê" heye û dijî dewletê tevgeriyane 259 muxtar ji kar dûrxistine.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, muxtarên 103 gund û 156 taxan bi tohmeta ku peywendiya wan ligel rêxistina "terorê" heye û li dijî ewlekariya millî ya dewletê tevgeriyane ji kar hatin dûrxistin.

 

Berî çend rojan li bajarê Wanê 3 muxtar ku di operasyonekê de hatibûn desteserkirin, hatibûn girtin.

 

Pêştir hatibû gotin, ku bi fermana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku fermanên PKKê anîne cih û kadroyên wê partiyê yên çiyê li malan bicih kirine, dê gelek muxtar ji kar bên dûrxistin.

 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî berî niha derbarê mijarê de gotibû: "Hinek muxtar hene serê xwe ji gefên PKKê re ditewînin, em wan efû nakin." Lewra tê gotin, ku piştî vê axaftinê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ketiye tevgerê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin