Tirkiye- 254 kesên din bi Koronayê mirine

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 14 hezar û 205 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 254 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir. Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 172 hezar û 113 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 14 hezar û 205 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 254 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Herwiha 21 hezar û 196 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 147 hezar û 578 kesan û 19 hezar û 878 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 015 hezar û 230 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye