Tirkiye 220 milyar dolar ji IMFê xwestiye

Nivîskarê Yeniçagê Ahmet Takan îdia kir ku wexta Serokê Amerîkaye Donald Trumpî gefa jinavbirina aboriya Tirkiyê dixwar, şandeke IMFê li Tirkiyê bû û got Tirkiyê digel IMFê civiyaye.

Ahmet Takan îdia kir ku beriya du heftiyan, dema Trumpî twîta 'heke êrîşî Kurdan bikin, em ê aboriya Tirkiyê ji nav bibirin" avêt, şandeke nefermî ya IMFê li Tirkiyê bû û digel ragedarên Tirk civiya.

Takanî got "Çavkaniya min, nepeniya kulîsa aboriyê, wisa got ku bazariya digel IMFê didome û hikûmetê heta hilbijartinê 20 milyar dolar û piştî hilbijartinê jî 200 milyar dolar xwestiye bes şanda IMFê dudilî mane û gotine heta hilbijartinê 5-7 milyar dolar û piştî hilbijartinê jî 50 milyar dolar dikarin bidine Tirkiyê û ew jî bi merca ku Tirkiye li Sûriyê bi Amerîkayê re tevbigere."

Herwiha Takanî îdia kir ku IMFê li encama hilbijartinê jî ji nêz ve dişopîne heta encamên hilbijartinê nebîne, ti rêkeftin dê îmze neke û heke AKP bi ser bikeve, wê 50 milyar dolaran bide.

Herwiha Takan got dê Tirkiyê, Şaxa Rom a Kibrisê jî dê nas bike.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye