Tirkiye - 161 kesên din bi Koronayê mirine  

.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 381 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin ku ev rekorek nû ye û herwiha  161 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.

Îro roja sêşemê 24.11.2020an Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên bihorî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 162 hezar û 231 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 7 hezar û 381 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 161 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 678 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 460,916 kesan û 12,672 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 381,569 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 568 hezar û 973 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be