Tirkiye- 139 kesên din bi Koronayê mirine

.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 17 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin ku ev rekorek nû ye û herwiha  139 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.

Îro roja yekşemê 22.11.2020an Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên bihorî aşkere kir.  Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 155 hezar û 516 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 6 hezar û 17 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 139 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 812 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 446 hezar û 822 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 12. Hezar û 358 kes bi Koronayê mirine  û 374 hezar û 637 kes jî baş bûne.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye