Tirba hunermend Mihemed Mamlê rastî êrişê hat

.

Li Mehabadê tirba hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Mamlê li Mehabadê rastî êrişa kesên nenas hat. 

Malpera rojhilatî ya bi navê “haje.ir”, ku nûçeyên taybet bi devera Mukriyan ya Rojhilatê Kurdistanê belav dike, ragihandiye; tirba hunermendê navdar Mihemed Mamlê, ku li bajarê Mehabadê ye, rastî êrişa kesên nenas hatiye.

Li gorî agahiyan, wan kesên han bi boyaxê navnîşan û nivîsên li ser kêlka Mamlê reş kirine û heqaret li tirba wî kirine.

Malbata Mamlê li hember wê yekê nerazîbûn nîşan daye û ragihandiye; bila bizanin ku ew nikarin bi wan reftarên pûç, dîrok û mezinahiya Mihemed Mamlê biçûk û reş bikin. Tenê rûreşî bo wan kesan dimîne.

Heta niha berpirsên bajêr tiştek li ser wê rûdanê negotine.

Mihemed Mamlê sala 1925 li bajarê Mehabadê ji daîyk bûye û sala 1999 koça dawî kiriye.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye