Times: Kurd dê pêşniyarî 'herêmeke Xweser a girêdayî Sûriyê' bikin

Rojnameya Brîtanî îdia kir ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, Kurd dê ji Esedî re pêşniyarî herêmeke xweser a girêdayî Sûriyê bikin.

Rojnameya Timesê îdia kir ku ji ber ku YPG nîgeran e piştî vekişîna Amerîkayê rastî êrîşa Tirkiyê bibe, daxwaz ji Rûsyayê kiriye ku di rêkeftina di nav YPG-Rejîma Sûriyê de bibe garantor. 

Timesê got Kurd amade ne xalên pişkinînê yên li ser sînor radestî hikûmeta Sûriyê bike û pêşniyara Kurdan ev e ku polîtîkaya derveyî dê hikumeta Sûriyê mijûl bibe û polîtîkayên navxwe yên wekî ewlehiya hundirîn, perwerdehî, belaviya bacê jî dê karûbarên Rêvebiriya Xweser bibin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin