Tillerson: Em ji Sûriyê dernakevin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson got, “Hebûna me ya dîplomatîk û leşkerî li Sûriyê girîng e. Heta DAIŞ li Sûriyê bi temamî neyê tunekirin û têkbirin, em ê hebûna xwe ya leşkerî bidomînin.”

Li gor nûçeya CNNê Tillerson li dezgeha ramyarî ya Zanîngeha Stanford, Enstîtuya Hooverê axivî.

Tillerson di axaftina xwe de got, "Em şaşiya ku me li 2011an li Iraqê kir, vê carê li Sûriyê nakin. Em ê destûrê nedin, rêxistinên terorê yên wekî DAIŞê cih ji xwe re bibînin. Ji bo Sûriyeyeke aram, yekgirtî û serbixweyî, pêwîst e di pêvajoya Cenevê de, rêveberiya piştî Esad bê pêkanîn."

Wezîrê Amerîkayê derbarê nerazîbûnên Tirkiyê yên ji bo hevkariya wan a bi HSDê re jî got ku ew ji fikarên Tirkiyê têdigihin û wiha domand: "Em alîkariyên mirovî yên Tirkiyê ku li Sûriyeyê kirine dizanin. Di avakirina pêşeroja Sûriyê de jî pêdiviya me bi Tirkiyê heye."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin