Til Rifet û gundewarên Şehbayê bi tundî hatin topbarankirin

.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar, bajarokê Til Rifet û gundewarên herêma Şehbayê, bi dijwarî topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, ji do Duşemê ve êrişên ser bajarokê Til Rifet û gundewarên herêma Şehbayê, tundtir kirine.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kiriye, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên alîgir, derdora bajarokê Til Rifet û gundên Merenaz, Eyn Deqnê û Bîlûne li navçeya  Şehbayê li bakurê rojavayê Helebê topbaran kirine.

Herwiha li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova, di topbarana navçeyê de, pêgehên YPGê û hêzên ser bi wê ve hatine hedefgirtin, bêyî ku tu zanyarî li ser encamên wan êrîşan diyar bibin.

Ji ber li devera Şehba Til Rifet bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye û hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye, girîng e.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye