Tifaqa Welatperwer li Mêrdînê civiya

Lijneya Hilbijartinê ya Mêrdînê yaTifaqa Welatperwer, bi beşdariya Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik û Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li Qosera navçeya Mêrdînê civînek li dar xist.

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cihgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Zülküf Baran îro(17.01.2019) li Qoserê li gel Komisyona Mêrdînê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat civînek li dar xistin.

 

Mustafa Özçelik û Bayram Bozyel di derbarê sîyaset û xebatên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên ji bo hilbijartinên herêmî de agahdarî dan Komîsyona Merdînê.

 

Di vê civînê de Komîsyon hate fireh kirin.Gelek kadroyên serbixwe yên ji tradîyonên cuda cuda di nav Komisyonê de cîh girtin.Gelek şexsîyet jî dê di nav xebata namzedên serbixwe de cîh bigirin.Ji bo hinek alîyên sîyasî yên Kurdistanî jî beşdarî vê xebatê bibin, Komîsyona Mêrdînê dê peywendîyên berfireh bihûne.

 

Di civîna îro de ji bo bernameya xebatê pêşniyarî hatin pêşkêş kirin.

 

Komîsyona Mêrdînê dê heta çend rojan bicive û bernameya xwe ya xebatê dê zelal bike.Herweha ji bo tesbît kirina namzedên serbixwe yên Mêrdînê û navçeyên Mêrdînê jî dê Komisyon xwedî desthilat be.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin