The New York Times: Amerîka penaberî neda birêvebirê Incirlikê

Birêvebirê binkeya ezmanî ya Incirlikê General Bekir Ercan Van daxwaza penaberiyê li Amerîkayê kiriye

 

Rojnameya The New York Times ragihand ku birêvebirê binkeya ezmanî ya Incirlikê General Bekir Ercan Van daxwaza penaberiyê li Amerîkayê ji rayedarên amerîkî li Incirlikê kiriye, lê ev daxwaza wî nehatiye pejirandin.

Piştre Ercan Van li gel deh efserên din yên pile nizimtir ji aliyê hêzên ewlekariya hukumetê ve li heman cihî hatine girtin bi tawana beşdarbûnê di kudetaya têkçûyî de ku evara 15. Temmûzê li Tirkiyê rû da.

Heta niha, bêhtir ji 6000 tawanbar ji rêzên artêş û dadweriyê ku, di nav wan de çend general û endamên dadgeha destûrê hene, hatine girtin.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê destnîşan kir ku 8777 karmendên xwe ji kar dûr xistine. Di nav kesên ku ji kar hatine avêtin 614 efserên jendarma, 30 parêzger (walî) û 47 qayimeqam hene.   

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin