Tevî astengiyan jî Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê Newroz pîroz kirin

.

Tevî zext, guvaş û astengiyên hêzên emnî yên Îranê, hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê vêxistin û bi alayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin.

Wek salên berê li gundê Nê yê Merîwanê ahengek bi boneya Newrozê birêve çû û hemwelatiyan bi cil û bergên Kurdî û alaya Kurdistanê cihê xwe di ahengê de girtin.

Hêzên emnî yên Îranê rojek berî Newrozê li herêmê hatibûn belavkirin û tedbîrên emnî hatin zêdekirin.

Li gor zanyariyan alozî di navbera niştecihên wî gundê Merîwanê û hêzên emnî rû da di encamê de 3 endamên hêzên emnî yên Îranê birîndar bûn.

Her li gor zanyariyan elektrîk û hêla înternetê jî li ser gund hat qûtkirin, lêbelê ne ew yek û ne jî guvaşên hêzên emnî li pêş kombûna xelkê nebûn asteng ku Newrozê pîroz nekin û xelkê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Li piraniya gund û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê, wek; Bokan, Pîranşar, Seqiz, Bane û çendîn cihên din gefa hêzên emnî li ser xelkê bû ku Newrozê pîroz nekin û hincet jî ew bû ku rêgiriyê li belavbûna Coronayê bikin.

Lê tevî hemû hewlên astengkirinê jî hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.

Kurdistan Haberleri

Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin