Tevgera Goranê serokê xwe yê nû hilbijart

Omer Seîd Elî bû Serokê Giştî yê Tevgera Goranê

Di Civîna 25ê Tîrmeha 2017ê de Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê de ku navenda wê li Girdî Zergete ya bajarê Silêmanîyê başûrê Kurdistanê ye, Omer Seîd Elî weke Serokê Giştî yê Tevgera Goran hat hilbijartin.

Serok û danerê Goranê Newşirwan Mustafa di 19ê Gulan a 2017ê de ji nexweşîya kanserê wefat kiribû.

Serokê Goranê Newşirwan Mustafa tevî grûbekê ji YNKê veqetîyabû û di 2009ê de Tevgera Goran ava kiribû; di Meclîsa Iraqê de 9 parlamenterên wê hene û di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de Goran bi 24 parlamenteran partîya duyemîn e.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin