''Tevahiya santralên Kurdistanê aktîf bibin dikarin nêzîkî 7 hezar mêga wat elektirîk bidest bixin''

.

 Berpirsekî Wezareta Elektirîka Kurdistanê diyar dike, eger tevahiya santralên Herêma Kurdistanê aktîf bibin, dê nêzîkî 7 hezar mêga wat elektirîk were bidestxistin.

Li gor Berpirsê Enerjiyê li Wezareta Elektirîka Kurdistanê Diyar Baban daye zanîn, eger em tevahiya santralên xwe aktîf bikin û bidin xebatê, em ê 6 hezar û 700 mêga wat elektirîkê bidest bîxin. Lê sotemeniya me têrê nake. Em niha li Kurdistanê tenê 3 hezar û 800 mêga wat elektirîk berhem tînin.

Berpirsê Wezareta Elektirîkê destnîşan kir, berpirsên şîrketa Dana Gaz û Wezareta Samanên Sirûştî gotine, dê heta dûmahîka îsal gaza santralan zêde bikin da ku elektrîk zêde bibe.

Herwiha Diyar Baban eşkere kir, wan plan kirine îsal bi enerjiya rojê û şewitandina nefta reş, zêdetirî 200 mêga wat elektirîk bidest bîxin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye