TEV-DEM: ENKS dikare tevlî rêveberiya nû bibe

Berdevkê Navenda Peywendiyên Dîplomatîk a TEV-DEMê ragihand ku di çarçoveya berfirekirina rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê de, Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dikare tevlî rêveberiyê bibe.

Berdevkê Navenda Peywendiyên Dîplomatîk a TEV-DEMê Kemal Akîf dibêje li gor yasyayên heyî di çarçoveya berfirekirina rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê de, ENKSê jî dikare tevlî rêveberiya nû bibe.

 

Kemal Akîf daxuyakirin ku ne wek merc lê wek helwest, divê ENKSê helwesta xwe li hember rewşa Efrînê zelal bike û ji nav Itîlafê vekişe, daku yekrêziya hêz û aliyên Kurdî li nav Rojavayê Kurdistanê bê pêkanîn.

 

Akîf herwiha anî ziman ku amadekariyên lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdî li ser asta Rojavayê Kurdistanê tên kirin, û got: “Deriyê wan ji tevahiya aliyan re vekirî ye.”

 

Ji aliyê din ve Bi beşdariya nûnerên ENKSê duh yekşemê (14.10.2018) li paytexta Erebistana Siûdiyê civîna Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê dest pê kir û têde rêkevtina Idlibê û avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê hatin gotubêjkirin.

 

Biryar e di 16ê vê mehê de jî, her li bajarê Riyad a paytexta Siûdiyê, civîna taybet a berbijarên opozisyonê yên komîteya destûrî dest pê bike, ku dê careke din nûnerên ENKSê têde beşdar bibin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin