TEV-DEM: Amerîka ti garantî nedaye me!

Berpirsê TEV-DEMê li Rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl ji medya erebî re ragihand ku Amerîkayê ti garantî li ser parastina kurdan û astengkirina êrişên Tirkiyê nedaye wan.

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve yê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji televîzyona “Al-Arabiya” re ragihand, danûstandinên wan bi Amerîka re derbarê gefên Tirkiyê û vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê berdewam in, lê Amerîka ti garantî li ser parastina kurdan û nehiştina gefên Tirkiyê nedaye wan û ti rêkeftin jî di navbera wan de nîne.

Aldar Xelîl got: “Gotinên Erdogan yên parastina Kurdan nerast in, jixwe Tirkiye li ser jinavbirina kurdan hatiye damezirandin.”

Xelîl li ser danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re jî got, ti pêşketin di danûstandinan de nîne, tenê ew li ser nexşerêyekê bi Rûsyayê re kar dikin û li bendê ne ku Rûsya bikare wan û hikûmeta Beşar Esed li hev bîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin