Testa coronayê ya 8 şêran pozîtîv derket

.

Li eyaleta Haydarabadê ya Hindistanê, li baxçeyeke heywanan encamên testa coronayê ya 8 şêrên Asyayî pozîtîv derketin.

Li Hindistanê, ku pêketiyên coronayê li wî welatî 20 mîlyon derbas kir, vîrusa coronayê derbasî baxçeyeke heywanan jî bû. Li eyaleta Hyderabad ku dikeve başûrê wî welatî, li baxçeyeke heywanan encamên testa coronayê ya 8 şêrên Asyayî pozîtîv derketin.

Wezareta Hawirdor, Daristan û Guhertina Keşûhewayê ya Hindistanê ragihand ku ew baxçeyê heywanan a Covid-19 lê hate dîtin hat girtin.

Di daxuyaniyê de, hate tekez kirin ku tu delîl tune ku vîrusa corona ji van ajelan derbasî mirovan bibe û , heta niha mînakên li deverên din ên cîhanê nehatine dîtin.

Di wê baweriyê de ne ku vîrusa coronayê ji karmendên baxçeyê heywanan derbasî wan ajelan bûye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye