Terorîstê DAIŞê yê êrîşa Vîyenayê ji Tirkiyê hatiye şandin

.

Asayîşa Giştî ya Tirkiyê ragihandiye ku terorîstê DAIŞê yê 2yê Mijdarê li Vîyeneyê 4 kes kuştibûn û 15 kes jî birîndar kiribûn, ji Tirkiyê bo derveyî welat hatiye şandin.

Li gorî Asayîşa Tirkiyê, terorîstê DAIŞê yê bi navê Kujtim Fejzula 18ê Îlona 2018an li bajarê Hatayê hatiye girtin û piştre 10ê Çileya 2019an ji ser balafirgeha Ataturk a Stenbolê ve hatiye dersînorkirin û çûye welatê Nemsayê.

Êrîşkarê Vîyenayê piştî êrîşa Vîyenayê ya 2yê Mijdarê ku bi ser sivîlan de gule reşandibûn û 4 kes kuştibûn û 15 jî birîndar kiribûn, ji aliyê polîsê Vîyenayê ve hatibû kuştin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye