Tenduristiya Hewlêrê hişyarî da: Nexweşxane tijî bûne!

.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê dibêje, vîrusa Koronayê roj bi roj zêdetir belav dibe û nexweşxane jî tijî bûne.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, dr. Dilovan Mihemed li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, em daxwaz ji xelkê Hewlêrê dikin şîretên tenduristiyê bicîh bînin ji ber ku ji ber Koronayê em ketine nav rewşeka metirsîdar.

Dr. Dilovan Mihemed her wiha gotiye, hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêdetir dibe û nexweşxane jî tijî bûne.

Li gorî amarên fermî, herî dawî 19 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 2 hezar kes jî pê ketin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye