Televîzyona El Cezîrê belgefîlmek li ser xiyaneta 16 Cotmehê çêkir

Televîzyona El Cezîre belgefîlmekê li ser xiyaneta 16 Cotmeha par çêkiriye û li ser wê mijarê bi Serok Barzanî re jî hevpeyvîn kiriye.

Televîzyona erebî ya El Cezîre, ku navenda wê li Qeterê ye, li ser rûdanên 16 Cotmeha par yên li Kerkûkê qewimîn, belgefîlmek bi navê “Ew tiştên ku veşartî mane, gelekî mezintir in!” çêkiriye. Ew belgefîlm dê şeva 23 vê mehê were pexşkirin.

Televîzyona El Cezîre ev çend roj in reklama wê belgefîlmê dike. Li gorî reklamê, televîzyonê li ser wê mijarê bi Serok Mesûd Barzanî re jî hevpeyvîn kiriye. Barzanî dibêje, şeva 16 Cotmeha par xiyanet li Kurdistanê hat kirin û xiyanetkar ketin pêşiya tankên dagîrkeran û anîn nav Kurdistanê! Wan li pişt ve xencer li Pêşmerge dan…!

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin