Têkildarî êrişa nijadperest ya li Konyayê 10 kes hatine desteserkirin

.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê daxuyanî daye û gotiye, “Îdîayên ku bûyer bi sedema nefreta nijadî çêbûye rastiyê nîşan nade.”

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê aşkere kiriye ku têkildarî êrişa nijadperest ya Merama Konyayê 10 kes hatine desteserkirin. Duh (30ê Tîrmehê) êvarê li dijî malbata Dedeogûllarî ku Kurdin êrişek nijadperest pêk hatiye û di encamê de 7 kes hatine qetilkirin.

Serdozgeriyê gotiye, “Hatiye tespîtkirin ku bûyer di navbera du malbatên cîran de pêk hatiye û ji ber dijminatiya ku 11 sal in di navbera herdu malbatan de didome, çêbûye. Îdîayên ku bûyer bi sedema nefreta nijadî çêbûye rastiyê nîşan nade.”

Her weha Serdozgeriya Komarî diyar kiriye ku xebatên zeftkirina faîl dewam dike.

Çi bûbû?

Êrişkarên biçek duh (30 Tîrmeh) di saetên êvarê de bi ser mala malbata Dedeoglûyî de girtibûn û 7 kesên ku li malbûne qetilkirine û piştre agir berdabûn malê û revîbûn. Malbata Dedeogûllari li Kolana Hasankoya navçeya Merama Konyayê dijîn.

Bi îxbarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujî û gelek polîs hatine cihê bûyerê. Piştî ku agir hatiye vemirandin terme Yaşar Dedeoglû, Barış Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Serap Dedeoglû, İpek Dedeoglû, Metin Dedeoglû û Sibel Dedeoglû ku bi çekan hatine kuştin, dîtine.

Malbata Dedeogûllari 24 sal in di heman kolanê de dijîn û di 12ê Tîrmehê de rastî êrişa komeke nijadperesta 60 kesî hatibûn. Koma nijadperest êriş bi gefên “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bîjîn” pêkanîbû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 kes brîndar bûbûn. Piştî êrişê 10 kesên ku hatibûn girtin serbest mabûn.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin