Tawanbarê ku destdirêjî keçeke 5 salî kiribû hat desteserkirin

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyeyê Suleyman Soyluyî ragihand ku tawanbarê ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê li dij3i keçeke 5 salî îstîsmara zayandî pêk anîbû hatîye desteserkirin.

Weku tê zanîn li Taxa Kanaryayê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê, zarokeke keç a 5 salî rastî istismara cinsî hat.

Li gorî îdiayê malbata zaroka ku rastî istismarê hatiye, bi laşê wê yê bixwîn li ber deriyê mala xwe dîtine.

Hat ragihandin, keça 5 salî wê rakiribûn nexweşxaneyê û xistibûn neştergerîyê, ji nexweşxaneyê hatîye derxistin.

Duh li dijî istismara cinsî ya li ser zaroka keç li Mûgla, Edene, Qibris û navçeyên Stenbolê Eyup, Sancaktepe û Şîrînevlerê jinan çalakiyên protestoyî pêk anîn.

Di saetên şevê de niştecihên taxa Kanaryayê ya çalakiyeke protestoyî çêbûye ku bûyera istismara cinsî li wir pêk hatiye. Lê polîsan bi awayekî tund midaxele li çalakgeran kiriye. 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê