Mustafa Kalpak
Di çand û salnameya gelêrî ya Kurdî de, rojên herî germ ên meha Tebaxê, dema ku hêjîr û tirî digihîjin, bi navê “Tava Hêjîran” an jî “Tava Tirî” tên binavkirin. Di van rojan de, germahî li nîvê şevê digihîje 30° C, lê li nîvê rojê dikare bigihîje 40–45° C. Ev germiya tûj û şewatdar dibe sedem ku ava fêkiyan şîrîntir bibe û hêjîr û tirî hêdî hêdî bi temamî bigihîjin.
Berî “Tava Hêjîran û Tava Tirî”, dema “Qorixê” tê. Di vê demê de tirî hêj nû xwe digire; raw, tal û tirş e û hê tam negihîştiye. Ji ber vê yekê, divê mirov hinekî li bendê bimîne heta tava germê karê xwe bike.
Ez jî, tevî vê germahiya 40–45 dereceyî, ji Tava Hêjîran û Tava Tirî aciz nebûm. Belê, carinan tenê dixwestim ku ev tava şewatdar hinekî zûtir derbas bibe.
Di nav vê germiya Hêjîran û Tirî de, sê bûyerên girîng jî derbas bûn: Kongreya 2 ya PWKê (Partiya Welatparêzên Kurdistanê), wefata Mam Mehdi Zana û beşdarbûna delegasyon û endamên PWKê di merasîma cenazeyê de, û serkeftina Amedsporê li hember Trabzonsporê.
Di dawiya Tebaxê de, ez her wiha du hevalên xwe yên 50 salên borî, hevalên “Şehir Uşağı” ango “Zaroyên Bajêr”, dîtin. Piştî 50 salan dîsa wan dîtin, ez pir kêfxweş bûm. Di nav germiya tavê de, ev hevdîtin germiyeke din çêkir.