Talîban: Tirkiye jî di nav de em hebûna hêzên biyanî li Afganistanê red dikin!

.

Tevgera Talîbanê li ser pêşniyara Tirkiyê ya piştî vekişîna hêzên Amerîka û NATOyê bicihkirina hêza xwe li balafirgeha Kabûl a Afganistanê daxuyanî da û ragihand, em Tirkiye jî di nav de hebûne hemû ti hêzeke biyanî li Afganistanê qebûl nakin.

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd, got ku ew li Afganistanê serwerî û serbixweyîyeke tam dixwazin û hebûna hemû hêzên biyanî red dikin.

Li ser pêşniyara Tirkiyê bo Amerîka û NATOyê ya hiştina hêzên xwe li Afganistanê berdevkê Talîbanê destnîşan kir, “Wekî hemû welatên din ên azad, Tirkiye jî hebûna leşkerên biyanî li welatê xwe qebûl nake. Em jî heman wisa, wekî miletekî azad û serwer vê qebûl nakin û nabe em tawîzan bidin ti aliyekî. Em daxwazkarê pêwendiyên baş in bi Tirkiye û welatên din re. Lê em vê bi bedêla destwerdanên leşkerî nakin.”

Berdevkê Talîbanê herwiha anî ziman ku ew dê li ser mijarê bi Tirkiyê re pêwendiyê bikin û helwesta xwe pêşkeşî wan bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye